Bernameya siyasî‌ ya Lîsta Goran

Yazdır
PDF
KNN/Kurdistan

Wekî dihête zanîn li bakûrê Kurdistan û Iraqê kar û bizavên amedeyiya hilbijardina Parlemantoya Feîderalî dest pê kir. Lîsta Goran jî wek serbixwe tevlî hilnijardinan dibe. Jibo ku gelê Kurdistanê bi hemî besh û layên welatî bernameya siyasî ya Lîsta Goran nas bike, me ev bername û peyrewa siyasî ya Goran ji tîpa Erebî guhezt bo Latînî.

Bername hem bi Kurmanciya Jor û hem jî bi Kurmanjiya jêr hatiye amadekirin.

Kerem bikin Goranê nas bikin:Bernameya siyasî‌  ya Lîsta Goran bo helbijartinên encumenê‌ nûnerên Iraqê‌ / Adara 2010
Tewerê‌ yekem‌: Armancên siyasî yên giştî‌
1- Binecihkirina binemayên sîstemê‌ dîmukirasî‌ û fîdralî‌ li ser binemayê‌ pêkve jiyanê‌ di navbera hemî‌ pêkhatên gelê‌ Iraqê‌da bo rêvebirina dewleta fîdralî‌ û derkirina biriyarên stiratîjî‌ û dabeşkirneke adîlane bo serwet û samanê‌ welatî‌.
2- Damezrandin û karakirina encumenê‌ fîdralî‌ bo dabînkirna mafên herêman û dabeşkirna kar û desthelatan di navbera Hikumeta Merkezî‌ û herêman da.

Peywendyên navbera Herêma Kurdistanê‌ û Bexdad
1- Girtinebera rêkên aştiyane û dîmokirasî‌ bo çareserkirina hemî‌ arîşên helawîstî‌ di navbera herêma Kurdistanê‌ û Bexdada li dûf desturê‌ Iraqê‌ û li ser binaxeyê‌ şeraketa rasteqîneya siyasî‌ bi awayekî‌ ku bibe egera cêbecêkirna wan maddeyên desturî‌ ewên peywendî‌ bi mafên Kurd û desthelata herêman ve hey‌ bêku saziş li ser bihête kirin.
2- Vekirna Herêma Kurdistanê‌ bê‌ ciyawazî‌, bi mebesta karkirinê‌ wencamdana pirojeyan yan jî‌ bo xwandinê‌ û geştuguzariyê‌, wek deverên din yên Iraqê‌.
3- Peydakirna baweriyê‌ û danûstandinê‌ û jiyana hevpişk di navbera Kurd û Ereb û Turkman û Kildwaşuriyan û Ermenan û gişt pêkhatên gelê‌ Iraqê‌, bi rêka mikumkirina giyanê‌ diyalogê‌ û pêkve jiyanê‌ bi taybetî‌ li Herêma Kurdistanê‌ û deverên nakukî‌ li ser hey‌î.
4- Diyarkirna sinûrên cugirafî‌ bo Herêma Kurdistanê‌ û çareserkirina arîşên deverên nakukî‌ li ser hey‌, li dûf binemayên desturê‌ Iraqê‌ û danûstandinên hevpişk di navbera akinciyên resenên wê‌, bi taybetî‌ Kerkuk, û bchînana bendê‌ 140 ji desturê‌ Iraqê‌. Her wesa çareserkirina arîşên helawîstî‌ li Şingar û Zimar û Telefer û Şêxan û Mexmur û Xaneqîn û Mendilî‌, bo bidestxistina mafên hemî‌ akinciyên wan deveran.
5- Karkirin bo nehêlana wê‌ heyf û mezlumiyeta netewey‌ û mezhebî‌ û ewa bi serê‌ Kurdên Feylî‌ û Êzdiyan hatî‌ û qerebukirna wan ji aliyê‌ aborî‌ û civakî‌ û rewşenbîrî ve.
6- Dabînkirna mafên gelê‌ Kurdistanê‌ bi tevـــ pêkhatên wê‌ di wergirtina postên siyasî‌ û karubarên darayî‌ û petirolê‌ de.
7- Dabînkirina beşdariya gelê‌ Kurdistanê‌ bi gişt pêkhatên xwe ve, di rêkxirawên cîhanî‌ û dezgehên Netewên Yekgirtî‌ û kumkara Erebî‌ û rêkxirawên dewletên Îslamî‌ de.
8- Damezrandin û karakirina nûneratiyên Herêma Kurdistanê‌ di baliyuzxane û kunsulxanên Iraqî‌ de, wek nûnerên rasteqîn û li dûf binemayên adîlane û dûr ji dabeşkirina hizbatiya tesk.
9- Çespandina zimanê‌ Kurdî‌ wek zimanekî fermî‌ li hemî‌ damudezgehên fîdralî‌ li Iraqê‌, li dûf wan binemayên yasayî‌ ewên di desturê‌ Iraqê‌ de hatîn.
10- Karkirin bo rêkxistina hêza Pêşmergê‌ Kurdistanê‌ û meşiqkirina wan li dûf binemayên nû û hevçerx û yekkirna wan di çarçuvê‌ pasewanên herêmê‌ û pasewanên sinûrî‌, û başkirina jiyana wan çunkî‌ pêşmerge beşek in j sîstemê‌ berevaniya dewleta fîdral.
11- Dabînkirna peşdariya kur û keçên Kurdistanê‌ bi gişt pêkhatên xwe ve, di navــــــ (teşkîlatên) leşkerêiya Iraqê de û di wezareta bergiriyê‌ û di damudezgehên asayişa fîdralî‌ û dezgehê‌n (erkan) û hêza leşkeriya‌ Iraqê ‌de bi giştî‌.
12- Dabînkirina beşa Kurdistanê‌ di encamdana pirojên stiratîjî‌ yên fîdralî‌ li Herêma Kurdistanê‌, wek pirojên vegweastina erdî‌ û asmanî‌ û neft û xaz û samanên jêr erd û embarkirina avê‌ pêxemeta pêşdabirina jêrxana abûriya Kurdistanê‌.
13- Ektîvkirina damudezgehên giştî‌ bo çavdêriyê‌ û bi destveynana dahatên fîdralî‌ jbo dabînkirina pişka Herêma Kurdistanê‌ ji wan dahatan û dabînkirina wan birengekê‌ şefaf û adîlane li dûf binemayên desturê‌ Iraqê‌.

Tewerê‌ sêyem‌ :

başkirna barê‌ aburî‌ ukargêrî‌
1- Peyrewkirina pirensîpên şefaf li demê‌ serederîkirinê‌ di gel bodceya giştî de, di tevـــــ waran de: hurdekariyên budce û çavkaniyên wê‌ çawaniya mezaxtinê‌ û dabeşkirinê‌ bi ser kertên abûrî‌ û deveran û herêman de.
2- Pêşdabirina abûrî‌ û kargêriya giştî‌ û samanê‌ giştî‌ û rizgarkirin li gendeliyê‌ û pawankirinê‌.  Her wesa handana pirojan û pêşxistina kertên berhemanînê‌ di warê‌ kiştukalî‌ û pîşesazî‌ û  samanê‌ ajeldariyê‌ û pêşdabirina kertê‌ geştuguzariyê‌.
3- Danana planên stiratîjî‌ pêxemet pêşxstin û başkirina kertê‌ saxlemiyê‌ û perwerdê‌ û fêrkirinê‌.
4- Bicihînana pirujên stiratîjî‌ di warê‌ rêkubanan de, hêlên asnî‌, kareba, neft û xaz, avê‌ û av rêjiyê‌, û pir û berbestan.
5- Danana sinduqeka taybet bo hevkarîkirina cotyaran û karakirina rolê‌ wê‌ sindoqê‌ ku bibe egera wê‌ yekê‌ ku careke din‌ bîhَne akincîkirin li gundan û bi awayekî ku hejî‌ mirovî‌ be, û bihên handan bo beşdarîkirinê‌ di astî‌ bilndkirina berhemanîna berubumê‌ çandinê‌, ji pêxemeta pêşdabirina abûriya gundan û dabînkirina asayişa xarnê‌.

Tewerê‌ çarem :

Edaleta civakî‌ û pêşxistina samanê‌ mirov‌
1- Karkirin bo nehêlana hejariyê‌ û qeyrana bê‌kariyê‌, birêke peydakirina delîvên karî‌ bo hevwelatiyan wencamdana pirojên geşekirinê‌ yên mezin û dabînkirina bodceyekê‌ goncay‌ bo vê‌ meremê‌ j bodceyê‌ fîdralî‌.
2- Giringî‌ û pîtedan bi neweyên nû, pêgehandina zarok û genc û lawan ji aliyê‌ hizrî‌ û cesteyî‌ û hunerî‌, birêke pêşxistina kertê‌ werzişî‌ wehunerî‌ û dabînkirina delîvên karî‌, bi awayekî‌ wek hevـــ bo lawan di gişt kertên taybet û giştî‌ û têkel de.
3- Bichînana sîstemekê‌ yeksan bo dabîniya civakî‌ û saxlemî‌ û xanenşîna fermanberan û hevwelatyên berhemêner di kertên giştî‌ û taybet de, her wesa bo qurbanyên şerî‌ û qeyranên siyasî‌ û civakî‌ û aburî‌ û saxlemiyê‌.
4- Qerebukirina wan deverên tuşî‌ karên jinavbirna kumekujiyê‌ bûwîn, ji aliyê‌ aburî‌ ku carek dîin bihêne avedankirin birengekê‌ mudirin û hevçerx û nû‌.
5- Pêşdebirna zanîngehan û damezraweyên ekadîmî‌ û navendên drasat û lêkolînê û karkirin bo bilnidkirna astê‌ zanistî‌ û qedexekirina diest têwerdana hizban dikarubarên wan û bidest xistina serbixweya wan û dabînkirna bodceyek temam bo wan navendan.
6- Pêdaçûn  û çareserkirineka adîlane bo sîstemê‌ muçeyan, xanenşînî‌ û dermale û îmtiyazan, diyarkirna zoriya zêrevanan nesriye û îmtiyazatên taybet
7- Binbirkirna hemî‌ rengên tundutîjyên cesteyî‌ û derunî‌ û ciyawaziyê‌ di derheqê‌ zarokan, jinan, xudanên pêdiviyên taybet û beşên din yên civakî‌ ku hatîne pişt guhxistin.
8- Giringî‌ dan bi revenda Kurdî‌ û Iraqî‌ li derveyî welatî‌ û karkirin bo peydakirina zemînekê‌ guncay‌ ku careke din‌ vegerine welatê‌ xwe bêyî‌ ku xurtî‌ lê‌ bihête kirin. Bi taybet zana û taybetmendên ُpispoَr û şareza û xudan şiyan, bubeşdarîkirna wan di pirosa geşekirna aburî‌ û zanistî‌ û mirovî‌ di welatî‌ de.
9- Piştevanîkirna pirojeyên rewşenbîrî‌ û hunerî‌ û mîdiyaiya azad û nehêlana rêgiriyan û paristina şunwar û cihên dîrokî‌ û nûjenkirina wan.
10- Parastina jînge û karkirin bo belavkirina rewşenbîriya jînge parêziyê‌ sebaretî‌ metirsiyên pîsbûna jîngehــ û biyaban bûn û paristina daristanan û berfrehkirina rûberê‌ keskatiyê‌ û qedexekirina jinavbirê‌.

Bernamey siyasî Lîstî Goran bo helbijardinekanî encumenî nuwêneranî Iraq

Bernamey siyasî Lîstî Goran bo helbijardinekanî encumenî nuwêneranî Iraq azarî 2010


Tewerî yekem:

Amance siyasiye giştiyekan
1- Pitewkirdinî pirensîpekanî sîsetmî dîmokiratî fîdralî le ser binçîney şeraketî rasteqîne le nêw pêkhatekanî gelî Iraq da le biwarekanî berêwebirdinî damudezgakanî dewletî fîdralî û uwergirtinî biriyare stiratîciyekan û dabeşkirdinî saman be şêweyekî adîlane.
2- Damezrandinî encumenî fîdralî û karakirdinî becorêk bibête maiyey zaminkirdinî mafî herêmekan û dabeşkirdinî selahiyat le nêwan deselatî fîdralî û herêmekan da.
3- Formolekirdinewey damezrawekanî dewletî fîdralî beguwêrey desturî Iraq û pêwere nuweyekan û beşdarîpêkirdinî adîlaney xelkî Iraq lew dezgaw damezrawayaneda bebê ciyawazî û, pêkhênanî encumen û damezrawe fîdraliye balakan dur le şuwênkewteyî û beşbeşêney hîzbî û destegerî tesk.
4- Çespandinî deselatî yasa û ptewkirdinî seretay ciyakirdinewey deselatekanî yasadanan û cêbecêkirdin û dadwerî le yektirî û, rêzgirtin le serbexoyî qeza û karakirdinî rolî dadgay fîdralî, dur le beşbeşêney hîzbî û dest têwerdanî siyasî.
5- Diyarîkirdinî deselatî hîzb û sınurdarkirdinî çalakiyekanî, bew pêiyey hîzb ebê rêkxirawêkî siyasî bê mîlîşiya û bê damudezgay nıhênî û bê berjewendî monopolî bê.
6- Piştgîrîkirdinî komelî medenî û karkirdin bo zamınkirdinî serbexoyî sendîka û rêkxirawu komelekan û, rêkxstinî karû çalakiyekaniyan le rêgey dezgayekî balay serbexo we, beşêweyek ke xizmetî berjewendiye medenî û pîşeiyekanî tuwêjekanî komel bika.
7- Çakkirdin ugeşepêdanî sîstmî emnî leser binemay pirofîşnalî û wela bo nîştman û, çespandinî kolekekanî dewletî qanun û bergirtin le pêşêlkirdinî mafî mirov û dur ragirtinî dezga emniyekan le întmay hîzbî û destegerî bertesk.
8- Begjaçunewey tengbînî û tîror û regez perstî û demargîrî û, qedexekirdinî ciyakarî (dîskirîmîneyşn) lenêwan hawwilatiyanda leser binaxey netewe yan ayn yan mezeb yan bawer yan cênder yan întîmay hîzbî yaxud paiyey komelayetî.

Tewerî duwem:

Peywendî nêwan Herêmî Kurdistan û Hikumetî Fîdral

1- Girtineberî rêgey aştiyane û dîmokirasiyane bo çareserkirdinî kêşe helpesêrdrawekanî nêwan Herêmî Kurdistan û Bexda bepêyî desturî  Iraq û, le ser binaxey şeraketî rasteqîney siyasî, be şêweyek bibête maiyey cêbecêkirdinî ew made desturîaney peywendîan be mafekanî Kurd û deselatekanî herêmewe heye, bê saziş kirdin le seriyan.
2- Kiranewey Herêmî Kurdistan be ruwî sercem Iraqiyekan da be bê ciyawazî, be mebestî karu weberhênan uxuwêndin û geşt, her weku nawçekanî dîkey Iraq.
3- Dirustkirdinî mitmane le nêwan Kurd û Ereb û Turkman û Aşurî û Kildanî û Ermen û pêkhatekanî tirî gelî Iraq, le rêgey pitewkirdinî giyanî diyalog û pêkewe jiyan, be taybet le Herêm û le nawçekanî cê nakokî
4- Diyarîkirdinî sinurî cugirafî Herêmî Kurdistan û çareserkirdinî kêşekanî nawçekanî cê nakokî beguwêrey made taybetekanî desturî Iraq û diyalogî hawbeş le nêwan danîştwanî resenî nawçekanda, be taybet ewendey peywendî be pirsî Kerkukewe heye, çareserkirdinî beguwêrey madey 140 î desturî Iraq û, çareserkirdinî ew kêşaneş‌ ke peywendîan be nawçekanî şengal û zemmar û tele'fer û şêxan û mexmur û xaneqîn û mendelî û nawçe dabirênrawekanî tirewe heye, be corêk ke zamnî bedîhatinî mafekanî tewawî danîştwaniyan bê, be bê ciyawazî.
5- Karkirdin bo helgirtinî zulmî neteweyî û aynî leser Kurdî feylî û êzîdiyekan û bjardinewey zereru ziyanekaniyan û perepêdanî nawçe esliyekanî nîştecêbuniyan le ruî aburî û komelayetî û roşnbîriyewe.
6- Zaminkirdinî mafekanî gelî Kurdistan, be têkiray pêkhatekaniyewe, le biwarî wergirtinî postî siyadî û wezarî û fîdralî û karubarî darayî û petirol da.
7- Zaminkirdinî beşdarî xelkî Kurdistan, be têkiray pêkhatekaniyewe, le rêkxirawe nawdewletiyekan û nuwênerayetiyekanî neteweyekgirtwekan û komkarî 'ereb û rêkxirawî kongirey îslamî da.
8- Damezrandinî nuwênerayetiyekanî herêmî Kurdistan le baluwêzxane û kunsulgeriyekanî Iraq da û,karakirdinî roliyan be şêweyekî 'adîlane, dur le beşbeşêney hîzbayetî tesk.
9- Çespandinî zbanî Kurdî weku zbanêkî resmî leser astî Iraq le damezrawe fîdraliyekan û lew‌ karubaraneşda ke desturî Iraq boy diyarî kirdwe.
10- Karkirdin bo rêkxstinî hêzî pêşmergew çekdarkirdinî û meşq pêkirdinî be şêweyekî serdemiyane û yekxstinî le çwarçêwey hêzî pasewanî herêm û hêzî pasewanî snur û berzkirdinewey astî guzeranî muntesîbekanî bo astî muntesîbekanî spay nîzamî Iraq, weku beşêk le sîstmî bergirî dewletî fîdral.
11- Zaminkirdinî beşdarî pêkirdinî rolekanî gelî Kurdistan, betêkiray pêkhatekaniyewe, le supay Iraq û wezaretî bergirî û damezrawe fîdraliye emniyekan û heyey erkan û hêzekanî zemînî û asmanî û deriyayî da .
12- Zaminkirdinî pişkî Kurdistan le piroje stiratîciye fîdraliyekanî kertî gwastinewey zemînî û asmanî û hêlî şemendefer û kertekanî newt û xazu mîtal û embarkirdinî aw, be corêk ke jêrxanî aburî Kurdistan bibujêninewe.
13- Karakirdinî rolî (damezrawey giştî çawdêrî û texsîskirdinî dahate fîdraliyekan) le pênaw dabînkirdinî pişkî herêmî Kurdistan le bexşîş (mnh) û komek û dahate darayiye fîdraliyekan û zamnkirdinî roşnî û 'edalet, herweku le desturî hemîşeyî Iraq da hatwe.

Tewerî sêyem:

Çaksazî kargêrî û aburî

1- Pêrewkirdinî pirensîpî roşnî le mamelekirdin legel budcey giştî, lebiwarekanî: urdekariyekanî budce û serçawekanî û çonêtî xerckirdinî û dabeşkirdinî beser kerte aburiyekan û nawçekan û herêmekanda.
2- Perepêdanî aburî û berêwebirdinî giştî û samanî giştî û,rizgarkirdiniyan le monopol û gendelî. we handanî weberhênan û teknîkî me'lumatî û pêşxstinî kerte berhemhênekanî kiştukal û pîşesazî û samanî ajel û,handan û perepêdanî kertî geştuguzar.
3- Dananî planî stiratîcî bo çakkirdin û nuwêkirdinewey kertekanî tendrustî û perwerde û fêrkirdin.
4- Cêbecêkirdinî pirojey stiratîcî le biwarekanî rêgawban û nîştecêkirdin û hêlî şemendefer û kareba û newt û xaz û aw û awero û pird û bendaw da.
5- Dananî sinduqêkî taybet bo yarmetîdanî cutiyaran û karakirdinî rolî ew snduqe be corêk ke bibête maiyey nîştecêkirdineweyan le gundekan beşêweyekî layq be mirov û, handaniyan bo beşdarîkirdiniyan le berzkirdinewey astî berhemhênanî berubumî kstukal da, le pênawî bujandinewey aburî gund û dabînkirdinî asayşî xorak da.

Tewerî çiwarem:

 

Dadî komelayetî û perepêdanî samanî miroyî

1- Karkirdin bo nehêştinî hejarî û qeyranî bêkarî le rêgey dozînewey helî karewe bo hawwilatiyan û encamdanî pirojey gewrey bujandinewe û perepêdanewe, we terxankirdinî parey pêwîst boyan le budcey fîdralî.
2- Bayexdan be minalan û lawan û amadekirdiniyan le ruî hunerî û cesteiyewe, ewîş le rêgey pêşxstinî kertekanî huner û werzşewe û,dabînkirdinî helî karî yeksan bo gencan le kertekanî taybet û giştî û têkelaw da.
3- Cêgîrkirdinî sîstmêkî 'adîlane bo bîmey tendrustî û komelayetî û xanenşînî fermanberan û hawwilatiyanî berhemhên le herdû kertî taybetî û giştî da, herweha bo qurbanîanî zînduî cengekan û qeyrane siyasî û komelayetî û aburî û tendrustiyekan.
4- Bijardinewey aburî ew nawçaney ber tawanekanî komelkujî kewtin û, serlenuwê drustkirdineweyan be şêweyekî hawçerxane.
5- Perepêdanî zankokan û damezrawe ekadîmiyekan û nawendekanî dîrasat û lêkolînewe û, karkirdin bo berzkirdinewey astî zanstî yan û,qedexekirdinî deswerdanî hîzb le karubariyan û, zamnkirdinî serbexoyî yan û,dabînkirdinî budcey tewaw boyan.
6- Be adîlane darştinewey sîstmî muçe û xanenşînî û dermale û îmtiyazat û, diyarîkirdinî lanî zorî jimarey‌ pasewan û birî nesriye û îmtiyazate taybetiyekanî berpirsekan.
7- Karkirdin bo nehêştinî hemu corekanî tundutîjî cesteyî û derunî û,ciyakarî dijî minalan û afretan û xawen pêdawîstiye taybetekan û besalaçwan û pekkewtekan û tuwêje perawêzxirawekanî tirî komel.
8- Bayexdan be rewendî Iraqî le derewey wilat û,xoşkirdinî zemîney koçî pêçewaney arezumendane boyan, betaybetî bo zanaw pspor û şarezakaniyan, le pênaw beşdarî pêkirdiniyan le drustkirdinewey jêrxanî aburî û zanstî û mroyî wilat da.
9- Dabînkirdinî azadî raderbirîn û piştîwanîkirdinî pirojekanî roşnbîrî û hunerî û mîdiyayî azad û helgirtinî kendu kospekanî ser rêgeyan û,, parastinî şuwênewar û şuwêne mêjuiyekan û te'mîrkirdiniyan.
10- Parastinî jîngew karkirdin bo bilawkirdinewey roşnbîrî jîngeparêzî sebaret be metirsiyekanî pîsbunî jîngew şorekat û be biyaban bun û parastinî cengelekan û sruşt û,frawankirdinî ruberî sewzayî û qedexekirdinî jakandinî.

 Tîpguheztin û amadekirin:

KNN/Eliyê Zozan

Çavkanî: sbeiy.com